


  |
|
Kitap-Dergi..
|
|
|
|
|
 |
  |
|
| Özel Dosya |
|
|
|
|
 |
  |
|
Þu an sitede, 247 ziyaretçi ve 0 üye bulunuyor. Üye Giriþi
|
|
|
 |
  |
|
| Seçmeler.. |
|
|
|
|
 |
 |
Hevpeyvîn bi Îsmaîl Beþîkçî re Îsmaîl Beþîkçî, Polîtîkaya kû dewletên dagirker li hembera Kurdan dimeþinîn ji polîtîkaya Îsraîl ya hembera Fîlîstînîya pir dijwartir e.
Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij
Demekê berê hezên dewleta Îsraîl eriþ birin li ser keþteyê kû ji bo runiþtwanên Gazze yê alîkarî birin. Tu vê biryarê çawa dinirxinî?
Divê em li ser çalakîya Weqfa alîkarîya mirovî ya maf û azadîyan (ÎHH) bipêyivin. Di roja me de Kurd li Tirkîye, Îran û Surîye di þartên pir dijwar de dijin. Li Tirkîyê bi henzaran kurd niha di zexta cezakirinê da ne, bi sedan zarokên Kurdan di girtigehan da ne.
Îran se – çar xortên Kurdan bi hevra carekê de daliqîne. Li Surîyê qasî nîvmîlyon Kurd bê nasname ne. Qet tê zanin an ji hatîyê bihîstin kû ÎHH ji bo kurdan tiþtekî kirîye?
Hîna berê çend salan li her derê Kurdîstan li ser kurdan ambargoyekê zad hebû. Qet kesî parîyekî nan, tasek av da Kurdan? Divê em biyarê di vê çarçevê de binirxînin? Behsa amborgaya Îsraîl ya li ser Gazze tê kirin, lê heman amborga Misir ji danîye li ser Misir. Ýma ÎHH behsa amborgayo Misir nake?
Hûn reaksîyonên raya giþtî ya jnavnetewî çawa dinirxinîn? Ew pirsgirêk çawa dikare were çareser kirin?
Di derheqa pirgirêka Kurd de raya giþtî ya navnetewî dû rûyê ye, rîyakar e. Raya giþtî kû di derheqa pirsgirêka Filîstînîya de pir hesas e, hembera pirsgirêka Kurd, hembera daxwazên Kurdan ya azadîyê ne hesas e. Divê mirov li ser vê yekê bisekine. Hûn behsa çaresreîya pirsgirekê dikin. Pirsgirek çî ye? Filîstîn li Îsrailê hem li Þerîa ya Rojawa, hem li Gazze û hem j ili ser erdê Îsaril dijin. ’de, hem de Ýsrail topraklarý üzerinde yaþamaktadýr. Þerîa ya Rojawa û Gazze otonom in. Li vir meclîs, hikumet, hêzên ewlehî û ala Fîlîstînî ya heye. Angi Fîlîstînî li vir desthilatdar in.
Îro pirsgirêk navbera PLO û HAMASê da ye. HAMAS dixwaze dewleta Îsraîl hilweþîne, Cuhîyan li ser erde rake. Îsraîl serxwebûna Fîlîstîn ji qebûl dike. Gava Fîlîstînî dewleta Îsraîl nasbikin, Îsraîl ji serxwebûna Filîstîn nasbike. Lê armanca HAMAS cuhîyan biqedîne. Li gor min pirsgirêk ew e. Halbûkî Rojhelata navîn welatê Cuhîyan, welatê Îsarîlîya ye ji.
Di vê babetê de polîtîkaya Tirkîyê çawa dinirxinîn? Tirkîye dixwaze çi bike?
Tirkîye dixwazê hêzekê heremî be. Lê heta dewleta Tirkîye ji bo Kurdan hin gavên demokratîk navêje, heta bi Kurda va aþitî pêk nayne, heta pirsgirêka Kurd çarser nake, ew nikare hêzek heremî be. Tirkîyê niha dixwazê Îran û Surîye ji bigre piþta ywe. Ew dikare li hembera Kurdan wek pêkanîya enîyekê were nirxandin. Lê ew polîtîka nikare bighije armanca xwe, lewra hiþa netewî ya Kurdan pir geþ bûye.
Hevkarîya Tirkîye û Îsraîl paþwerû bû. Ewî kêra armancên Tirkîye dikir. Tirkîye bi wî hawî dikaribû fîþar li Kurdan bike. Hilweþandina ew hevkarîya pêþwerû rêya Kurdan vekirîye.
Ji roja damezirandina Tirkîye heta niha Îsraîl û Tirkîye hevkar in. Di navbera herdî dewletan de pêymanên stratejîk yên leþkerî ji hene. Lê wan demên dawî de hikumeta AKP dijî vê polîtîkayê bizav dike. Divê mirov ew polîtîkaya AKP çawa binirxîne?
Divê kû Îsraîl li Baþûrê Kurdîstanê alîkarîya tevgera Kurd kirîye. Ez wek þexis pir giringîyê Didim vê alîkarîyê. Ew alîkarî pir girîng bû, lewra derûdora Kurdan bi diþminên Kurdan va hatibû girtin. Lê Îsraîl her tim piþtgirîya polîtîkay Tirkîyê ya hembera Kurdan ya nîjadperest, asîmîlasyonkar, kolonyalîst û emperyal kirîye. Tirkîyê piþtgîrîya Hamas, Îran û Surîye dike: Bi hawî dixwaze bidê nîþandan kû ew li heremê hêzek girîng e.
Li Tirkîyê bisilman hembera pirsgirêka Filîstîn pir hesas in, lê ew hesasîyet hembera Kurdan nîne. Gelo sebebên wê yekê çine?
Ew bi polîtîkaya dewlet ya olî va girêdayîye. Dewlet ji ber kû bikaribe tekoþîna Kurdan qels bike bisilmantîyê qewimand. Tê zanin kû Hîzbulah ji bi destê dewlet hat damezirandin û geþ kirin. Tu hêzeke mixalîf bê piþtgirîya dewlet pêþva naçe. Hêzên mixalîf yên Kurd her tim rîsk digrin û geþ dibin. Lê yên Îslamî bi piþtgirîya dewlet çalakîyên xwe pêk tînin. Dewlet dixwaze bi karanîna îslamê tevgera Kurd qels bike. Ew polîtîkaya dewletê ye. Wek mîsal her tim çalakîyên “hefteya pîroz ya bûyînê” li Amedê tên pîroz kirin. Ji bo tevlibûna Kurdan ya wan çalakîyan dewlet pir hewl dide. Ma tenê li Kurdîstanê heskirîyên Pêxember hene. Meleyên kû li vir cîh digrin, dibêjin “ Em ne kurdperwer in”. Wilo meleyên kurd hizmeta “ Tirk perwerîyê” dikin. Bisilman hembera Kurdan watînîyên xwe yên mirovî bi cîh naynin. Lewra dewlet naxwaze. Dewlet dixwaze kû bisilman piþtgirîya Erebên bisilman bikin. Ew hemî nîþan didin kû bisilman hembera Kurdan dû rû ne. Dîsa dewlet dixwaze kû Kurd tevli çalakîyên protesto yên hembera Îsraîlê bin. Ew Kurd hembera mexdurîyeta gelê xwe bê dengin , lê hembera mexdurên Ereb, hemebra HAMAS pir hesas in. Divê ew pêvaji baþ were nirxandin.
Li gor dîtîna we bisilman Antî-Semitîzmê nakin?
Belê diþmintîya Cûhîyan, diþmintîya Îsarîl bi zanetî tê geþ kirin.
ÎHH îddîa dike kû bi slanê alîkarîya bisilmanên mexdur dike. Heta niha ÎHH qet alîkarîya Kurdên mexdur kirîye? An ji bom af û azadîyên Kurdan tu çalakî pêk anîye?
Na, tiþtekî ûsa nabe. Lewra ÎHH ji alîyê dewletê va tê destek kirin.
ÎHH îddîa dike kû ew dezgehekê sîvîl e. Lê Îsraîl ÎHH wek terorîst nîþan dide. Hin çavderên serbixw ji, ji berk û parlementerên AKP di keþtîyê de hebûn, îddîa dikin kû ÎHH ne dezgehekê sîvîl û serbixwe ye. Hûn dikarin vê babetê de çi bêjin?
Ne raste kû mirov ÎHH wek rêxistinekê serbixwe qebûl bike. Parlementerên AKP tirsîyan kû Îsraîl hembera vê çalakîyê çalakîyên pir tûnd pêk bîne, ji ber wê bi keþtêya va neçûn.
Divê li vir mirov li ser vê yekê bisekine. Tê gotin kû “ yên kû keþtîyê, Mavî Marmara siwar bûn, ji nîvî zêdetirê wan zarokên Selahattîn bûn”. 9 kesên kû ji alîyê Îsraîl vah atin kuþtin, 7 kesên wan kurd in. Piþtî eriþbirina li ser keþtîyê, li Stenbol, Amed û bajarên din de gelêk protesto pêk hatin.
Girseyên mezin di bin ala Hamas, Filîstîn û Tirkîye de meþîyan. Piranîya beþdaran Kurd bûn. Di heman demê de serokê Kurdîstan Mesûd Barzanî hat Tirkîye û bi wezîrê karên dervê yê Tirkîye va hevditîn pêk anî. Di civîna çapamenî de ala Tirkîye hebû, lê ala Kurdîstan tune bû. Erd û ezman bi alayên Tirk, Hamas û Filîstîn hatibû neqiþandin, lê ji bo ala Kurdîstan tehemûl nîne. Divê ew nayê bîr kirin. Ez dixwazim li vir bejim kû di civînê de nebûna ala Iraq tiþtek erenî bû. Ew hemû didin xuya kirin ku Kurd çiqas ji nasnemya xwe hatine durkirin. Îslam ji bo vê pir baþ hatîyê kar anîn. Tiþtê ecebê kû Kurdên qat qat ji Filîstînîya zêdetir neheqî û teda dibînîn, ne ji bo xwe lê ji bo Filîstînî ya ji bo Hamas çalakîya pêk tînin. Dîsa ew dide xuya kirin kû Kurd çiqas ji bîra dîrokê bê par in.
Li vir ez dixwazim vayê bejim kû li ku derê dinya dibe bila bibe divê mirov dijî polîtîkayên nîjadperset û kolonyalîst derkeve, divê mirov piþtgirîya neteweyên bindest bike. Lê divê Kurd wek Kurd tevli ew xalakîyan bibin. Xelet kû Kurd di alaya îslamîstên umetparêst û çepgirên enternasyonalîst ew çalakîyan de cîh bigrin, ango bibin boçikên wan. Divê Kurd bizanibin ew qat bi qat ew gelan z^detit di bin têdayê da ne.
Di vê babetê de divê Hamas ji vayê bêje, li Tirkîyê Kurd qasî Filîstînîyan , qasî Hamas di bin zilm û zordarîyê da ne. Dewlet an ji hikumeta kû li ser Kurdan zilm û zordarîya xwe dajo, encax bi alîkarîya madî û sîyasî ji bo Hamasê dike, kêrê vewartina gunehên wê tê.
Gava leþkerên Îsraîl eriþ bir li ser keþteyê û çend kes kuþtin, li Tirkîyê ji alîyê meþwanan diruþmaya “ Divê memetcîk biçe Gazze” hat avêtin. Li gor dîtina we çima bilsilman jig ava dikêvin tengasî ji leþkerîyê alîkarî dixwazin?
Li Tirkîyê qismekê bisilmanan di derheqa pirsgirêka Kurd de wek îdeolojîya fermî ya dewlet difikirin. Ew li gor polîtîkaya dewlet hereket dikin. Gava pirsgirêka Kurd tê rojevê îslam, îslama dewletê ye. Îdelojîya fermî bisilmana ûsa perwerde dike.
Print 1076 kez okundu Nivîsên din yê Seyidxan Kurij Hevpeyvîn bi Îsmaîl Beþîkçî reHevpeyvîn bi Eskerê BOYÎK ra dor bawariya êzdîtîyêRençber Aziz AnaliziKürt Gazeteciliði 112 YaþýndaHevpeyvîn bi Kendal Nezan re'Roth: Türkiye çok uluslu ve çok dinli bir devlettir'Nazým Hikmet ve Kürdler Dejê NimiteyîHevpeyvîn: Stranbêj Rojan DelyarPîyaqisêkerdiþ bi hozan Rêzan RêzdarRoportaj:Yehyayî TêrMikaîl Aslan: “Mi kitabî top kerdî û ez fekê Palî, Çewlîgî, Sêwregi û Pîranî muso”Yado Bir TürküdürKirdkî çiko, Kird kam î?Derheqî kovara bi Kirdkî(Zazakî) "Vate" deTomris Özden ile RopörtajTarîhçeyî nuþtiþî Kirdkî (Zazakî)Gelo T.C de cayî Kurdan esto?Bir sevda ve kavga þairi: CegerxwinBi Niviskarê pirtuka "Berxwedana kurdan ya 1925 an“ Tahsin Eriþ va hevpeyvînCennet Kürdistan da mý idi?Kürdistan Kültür Bakaný Felekkedîn Kakeyî ile röportaj1925 Kürt Direniþi kitabýnýn yazarý Tahsin Eriþ ile Röportaj -2-1925 Kürt Direniþi kitabýnýn yazarý Tahsin Eriþ ile RöportajNiþancý romanýnýn yazarý Metin Aktaþ ile ropörtajÞirîn Amêdî ile ropörtajRejisör Þaxewan Îdrîs ile röportaj'Kürdistan' ýn Sesi' radyosu / ropörtajKürd ressam Mahmut Celayir ile röportajYazar-Yönetmen Yusuf Yeþilöz ile ropörtajBi niviskar Seyîdxan Kurij re, hevpeyvînek li ser edebiyata KurdîHevpeyvîn li gel Muhsîn MihemedKemal Burkay ile röportaj -2-Kemal Burkay ile röportajYew þoreþgerî gel, Remezan AdiguzeHevpeyvîn li gel xebatkarên Muzeya SilemaniyeHevpeyvîn di gel Hewremanî reEbukat Welatparezan, Þakîr ElçîXelîl Sincarî: Kurdistan tv dixwaze bibe dengê hemû Kurdên dinyayêHatîce Yaþar: Kurd ji herkesî zêdetir layiqî demokrasiya firehtir inHevpeyvîn di gel Umer Fetteh reA. Doðan: "Müzik bir halkýn tarihini, itikatini ve mitolojisini tanýmak için en iyi araçtý"Hamburg de fuarê kîtaban û halî weþananî kurdîDarbeyî 12 Edara pey þehidî Çewlîg o vêrîn: Cîhat ElçîDîplomatên mêrkuj yên Saddam xwastin li Berlînê Polîtîkwanên kurd bikujinWelatî xo nas biker: ÇolîgEz ji bingeha temayên muzîka Kurdî re sadiq dimînimEn Geleneksel den en moderne Nîlufer AkbalMehmûd Ehmedînejad yek ji tîmên teror yê dewleta Îranê yeFirat Cewerî: Ez li cîhana xwe ya hundirîn vegeriyamTatrîxî ma ra yew pel, serrê hewtin ê þehîdbîyayiþî xo de; Hîþar AĝaoĝluTarîxî ma ra yew pel: Îdrîs EkîncîEfsane yew Þoreþger: Zekî ADSIZJI SEDÎ NOTÊ KURDAN SERXWEBÛNÊ DIXWAZINRêzan: Hûnermend nêþkeno derd, kul û persanî þarî xo ra dur vindiroClaudia Roth: "Rêya YE ji Amed û Þirneqê derbas dibe"Em xwe wek nûnerên Kurdistana Mezin dizaninTC û KurdîYEWBÎYAYE EWROPA Û KURDÎKurdî dersê Demokrasî dûnî Rojhelatabinatîn (Zazakî)Ji ber ku Kurd destan diþewitînîn kes naxwaze destê xwe bide Kurdan |
|
|
  |
|
| Yayýn |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Çeviri Yazýlar |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Dayanýþma |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Belgesel site |
|
|
|
|
 |
  |
|
| Yasaksýz giriþ |
|
|
|
|
 |

 |